birayî

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  231 views
birayîman birayî bû
bełam kîse cudayî bû
bira parey hebû nextê
kewa bem nexte bayî bû
minîş xorakî sê wextem
betenya nan û çayî bû
lemin dûr kewtewe xêra
emeş karî xudayî bû
welê bo min helê hełkewt
beme karim ke řayî bû
ledû gořanî em ḧałe
jyanim bezim û şayî bû