lawî bigeřêtewe

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  229 views
to biłêy lawî bigeřêtewe
pîrî be jîrî serbinêtewe
zistanî jyan nawî nemênê
sałî dû carêk behar bêtewe
gełay baxî jîn her sewz û teř bê
xunçey diłşadî bigeşêtewe
to biłêy hewrî xefet têpeřê
nałe û biruskey nemênêtewe
mirov her bijîn zor be azadî
ke be serbestî bisûřêtewe
lêwî zor cwanî piř zerdexene
ew řenge ałey qet neçêtewe
tarîkî şewî negbetî biřwa
řûnakîy umêd nekujêtewe
hemû kes neybê ẍemî nebûnî
bo parçe nanê nepařêtewe
awazî şûmî bûmî diłişkên
le baxî jîna neysiřêtewe
etirsim emey nûsîm xeyał bê
ya wiřêneme û ecûłêtewe