ser lê şêwawim

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  274 views
le dinyay jîna ser lê şêwawim
hawserî jînim řoy leber çawim
minî becê hêşt be tak û tenya
bê tîn û bê hêz ciger biřawim
her dêm û deçim benaw yaneda
wêney pasarî dû bał şikawim
ew ke hawřaz û hawdemî min bû
wekû qazî kwêr be tenya mawim
hîç kesê nîye ke firyam kewê
lenaw agira eger sûtawim
kuř û kiç koyley mał û minałn
řenge lemewla her neben nawim
qapî diłsozîm lê daxrawe
řenc be xesarçûy maye fewtawim
ejîm lemewla wekû canewer
nek wek řabûrdû kewa jyawim
hawser gořeket piř řûnakî bê
her le yadmî hetakû mawim