diłim řûnake

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  255 views
ke lam danîşî diłim řûnake
katê řoyştî pest û xemnake
eger bo xende dem bikeytewe
diłşadim ekey jyanim çake
ew demey qisem legeła ekey
hestim bo xoşî taqane û take
to parçeyekî le gyan û řoḧim
boye wa řoḧim xawên û pake
leber to mawim, leber to ejîm
diłim le ’eşqî řûta çalake
pêm bêje kabray diłbendî ewîn
be qurbanit bim pêm mełê kake