lêwim geyande lêw
From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
1 minutes
447 views
lêwim geyande ser kułim û lêwî
destim geyşte lay cûte sêwî
be xoşî maçî kułim û lêwim kird
sêwîşim guşî be bê bizêwî
legeł nîgara aşt û hawřazîn
dûrim le qîn û tane û cinêwî
ewey naḧezî min û yarim bû
ecûła wekû ajełî kêwî
em ḧałem êsta legeł nîgara
xwaye bîhêłî bebê peşêwî