nemamî cwanî

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  293 views
nemamî cwanîy diłdarî le naw diłma çeqanûme
hemû firmêskî ẍembarî beser řûma řijanûme
dirextî jînî min emřo le çoła wişk û bê awe
gełay zerdî le daxa wa be destî xom weranûme
be bade arezûm wabû ke xem ladem lenaw diłma
bełam perdax û pyałey mey be bê hoşîy şikanûme
le řût û qûtîya řûm naye bême naw kes û yaran
be pencey şûmî bedbextî heçî cilme diřanûme
ke min bê ḧał û mał û lanewazim pest û sersamim
nîye tya bisrewm małê, meger meyxane xanûme
serim lê têk çuwe wa hawserim zû koçî dwayî kird
umêdî xoşîy jînim wa le naw gořa nwanûme