çûme lay

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  290 views
çûme lay nîgar dîm ke nustibû
leser çerpayek cêy řaxsitibû
kułmî wek çira wa direxşan bû
be qirdêley sûr pirçî bestibû
teşî danabû zor nizîk le xoy
baqił bo biluz řîsî řistibû
zû le xew hesta çaw xewałû bû
dengî pêy minî hełbet bîstibû
naḧezî napak kewa tûşim bû
wek seg be tane diłî gestibû
dawakarî yar cê be cê kira
bom amade kird herçî wîstibû