tom xoş ewê

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  433 views
min tom xoş ewê be diłêkî pak
ebê bimbînî be mirovî çak
tenha amancim dîdenî řûte
lêm agadare xuday tenya û tak
lelam danîşe taqe nîw se’at
řûnak bêtewe ba diłî ẍemnak
eger bo lay min to meylit hebê
esûřêmewe diłşad û bêbak
ger xwa nexwaste le min diłgîr bî
çarî dił naka ne mey ne tilyak
ew nalebarey diłî toy řencan
wa etlêtewe wek seg leser xak
ke tom dî emřo le naw gułzara
zû hatim bo lat çapûk û çalak