tîrî tane

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  317 views
bo tîrî taney wa bûme nîşan
tan û poy jînî minî hełweşan
dêwî negbetî swarî şanim bû
ejdehay xefet xoy bo dił kişan
ew yare be min ke ferman bida
berdî ezmiřî bo dênim be şan
herçend be tapo hî minîş nîye
pêşkeş ekem «qamîşLocation» û «qeşanLocation»
ewaney ke wa naḧez be to bûn
leber bedkarî hemû daweşan
firîştey yezdan emřo toyan dî
le baẍî şadî wêney guł geşan