bo lay ême lada

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  273 views
nîgarim dî ke swar bûbû le lada
umêdim wabû bo lay ême la da
bełam xawenî lada nařesen bû
ke şîrî nakesî kirdibû belada
diłim xoş bû ke yar mîwanî min bê
bełam ew lawe amancî be ba da
le xwam dawaye ew napake bimrê
le gořistanî pakî kerbelada
ke min emřo jyanim zanî tûş bû
ke badeş şadîyek bem gyane nada
heta mawim diłim lem kare peste
emênê karesatî wam le yada