ke to ebînim

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  433 views
ke to ebînim yarî bed mîzac
diłim lê eda wek gunî helac
toş min ebînî le bo cinêwdan
dem ekeytewe wek qapî gerac
letaw bedkarît derçûm le şara
herçîm bû, nebû řoyî be heřac
řûm kirde çoł û çya û byaban
ta hate řêgem kospî îḧtyac
’aşiq le pênaw cwanî diłdara
xoşe bîbexşê saman û xerac
ewey diłî toy wa le min řencan
xwa řûy řeş ka her wek binî sac