fermû

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  409 views
eger meylit legeł min mawe fermû
diłî nerimit le min neşkawe fermû
ke to lewlawe hatî řûbeřûy min
temam řû keyte min lemlawe fermû
leser serçawekey jîn řa’ewestim
desa bên gyane bo serçawe fermû
kewa kewtûme naw dawî ẍemî dił
derimbêne desa lem dawe fermû
were mîwanî min be taqe yek şew
heta gyanim leberda mawe fermû
le cwanî to ke min bê behre mawim
qisey pê nawê lem pênawe fermû