diłî minî xiste bend

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  482 views
ew şoxe hat le derbend
diłî minî xiste bend
her be taqe yek se’at
dił û řoḧî le min send
witim: maçim lêt ewê
witî: pêm bifermû çend
witim: çwar û pênc û şeş
ey dulberî hunermend
witî: ye’nî panze maç
şa’îrî paye biłend
witim: ya pêm řewa ke
ya bîxe milim kemend
řûmetî hênaye pêş
maçim kird sî û şeş û hend
hemû beşer koyletin
lem şare heta semerqend
fîdayî ton bê guman
her lêre takû ełwend
xwaye çend şîrîne
lew dû lêwe şekerxend
berze nirxî to le lam
beqed kêwî demawendLocation
to zor xanedantirî
le sed kerîm xanî zendPerson
bo ewey bîdem be to
diłim le sîne hełkend
ey şêxekey xwanas
pêwîstim nîye be pend
min şa’îrêkî herzem
dostî seyran û gobend
xo şî’ir û hest û watem
zor şîrîntire le qend