to firîştey

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  505 views
to firîştey key newey em ’erde bûy
her le gułzarî beheşt perwerde bûy
êste banet asmanî ḧewteme
taze fêrî em mezar û herde bûy?
hawdemit ḧorî beheştin bê guman
key řefîqî ew kuře namerde bûy?
maçî kułim û lêwî to dił çar eka
gerçî xoşt hoy hemû em derde bûy
ey «’elîPen name» boç řeng û şêwet têk çuwe?
her ełêy tûşî nefam û cerde bûy