wadey pê dawim

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  455 views
wadey pê dawim gyanî şîrînim
emşew bête lam kewa bîbînim
lelam danîşê taqe yek se’at
bełkû sařêj bê zam û birînim
ger řeḧmî cûła maçim pê bida
awedan bika xerabey jînim
destim bigate dû pirteqałî
berz ebêtewe payey ewînim
eyguşim nerim pirteqałekey
pêşkeşî ekem řoḧî betînim
le kułmî cwanî piřtew darya
mang û estêre hemûy ebînim
ger hat û wadey be cê nehêna
min têkî nadem řêgey ayînim