gemaroy dawim

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  457 views
ẍem le gişt lawe gemaroy dawim
bo dił, bo mêşk, bo ser, bo çawim
emewê biçim bo şadî gułzar
ẍem ełê naçî min lêre mawim
mey exomewe ẍem lêm dûrkewê
eçête naxî diłey şikawim
eçim bo lay yar dił bikirêtewe
yar ełê biřo le to řencawim
gwê le goranî û mosîqa egirim
şadî nagate diłî fewtawim
eřom bo şaran bo hewar gořîn
nextê sařêj bê cerg û henawim
bełam ewane hemûy bêsûde
ẍem way lê kirdûm le jîn torawim