fatîḧe tesxîre şarî dił be tabûrî elem

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1062 views
fatîḧe! tesxîre şarî dił be tabûrî elem
muddetêkî zore patexte lebo xaqanî ẍem
ḧukmî qanûnî sefa řoyî le řewmî řûmeda
ta huweyda bû le řoma gerdî aşûbî ’ecem
lezzetî dinya ke hîç û pûçe lay ehlî edeb
ewweł û aẍazî cewr û derde, encamî sitem
tozî ayîney sikender wa bedem bawe, welê
gerdî damanî ẍerîbane bilûrî camî cem
bo dekey teklîfî řesmî ulfet û yarî le min?
key be suḧbet aşnaye salîkî řêgey ’edem!
min meta’im cawe, çawim! baxeber bê muşterî
ta ẍezel sewda neka lay tacrî çîtî beqem
key deka şerḧ û beyanatî řumûzî derdî dił
řûřeşî herwek dewat û dû zubanî wek qełem!
nalyaPen name bê hîmmetî ta key be dest mîḧnettewe
fatîḧî û řostemasa, saḧîbî têẍ û ’elem