yarekem řoyî

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  480 views
serim lê şêwa yarekem řoyî
mayey diłşadîy şarekem řoyî
wadey dabû pêm carêk bête lam
taqe umêdî carekem řoyî
le sayey ewa karim bała bû
hîway zor xoşî karekem řoyî
wa dam be tałan mał û samanim
ser û saman û parekem řoyî
temam bû nîgar derdim çare ka
taze wa temay çarekem řoyî