min negořawim

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  489 views
min negořawim to boç wa gořay
gunahim çî bû bo çî wa toray
bełênit pêdam ke diłsozim bî
caran wa nebûy êsta bo çî way
baweřim hebû be hestî pakit
xot çakî bełam le řê ladray
umêdim zore diłit neşkawe
le diłsozî min bê şik diłnyay
eger gerekte ebme qurbanit
le řastî qise û wadem şarezay
eçîye sînema hendê wênet dî
ew sînemaye serî lê têkday
ey dił diłdarî hêşta fêr nebûy
be destî yaran hezar car şikay