cêbecê bikirê

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  488 views
hemû fermanî diłdarim ebê her cêbecê bikirê
kesê kes bêt ke kirdarî fîdakarêtî pê bikirê
gelê pêwîste diłbexşer ser û řoḧ û û dił û gyanî
bibexşê bo nîgarê wa umêdî çakî lê bikirê
xerîkim ’etrî zor bon xoş le bo ew yare peyda kem
eger destim kewê çend şûşeyek wa ’etrî tê bikirê
eger ew cwane wîstî řû bikate koşkî diłdarî
lelayen êmewe ferze be xoşî ew beřê bikirê
be tenha her ewe yezdanî şoxanî hemû kurde
erê bêcge le ew serdarîy diłdaran be kê bikirê?
be meydanî jyanda têpeřîm ta tê bigem çone
ewey pêwîstîye zanîm le řêy jîna ebê bikirê