le tarîkî şewa

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  574 views
le tarîkî şewa řûy to ebînim
be carê řûn ekey řêbazî jînim
diłim xoşe le sayey cwanî toda
legułzara xerîkî guł çinînim
der û deşt û çya la wek beheşte
kewa eřwa beserya nazenînim
nîye karim be dermanî pizîşkan
ke maçî dem eka çarey birînim
nîye bakim le tane û tîrî naḧez
legeł hêzî ewîna zor betînim
werin yaran be řêgey řastî ’eşqa
hemûtan bêne ser řêbazî dînim