maçî řuxsar

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  562 views
ew yare çawciwane maçî řuxsarî damê
le baxî cwanî sîney cûtê henarî damê
gerçî baran û befre, ebarê qetre qetre
be kułim û sing û lêwî mijdey beharî damê
emşew le katî mestî, pyałey girte destî
çunke bałaye hestî, neş’ey xumarî damê
geřam zor be nîhanî, bo badey kameranî
bełam pizîşkî nefam, hat jarî marî damê
hemû umêdî jyan, ke dûr bim le derd û le jan
yezdanî çerx û zeman, wesłî nîgarî damê