’ezîzim řoḧî şîrînim dû çawim

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  3868 views
’ezîzim, řoḧî şîrînim, dû çawim!
deway zamî dił û cergî biřawim!
eto şa, min geda, dadim bipirse
le zułmî çawî bîmarit kujawim
eger neydeyte des xom qatîlî xom
le řojî axîretda bî pênawim
desa lade serî zułifit leser řût
ke řûtî řûtim û mayl be tawim
lebatî xwênî xom řazîm be maçê
desa bîde heta zîndûm û mawim
ewa nîşaneyî mergim ’eyane
ke min ẍerqî xem û xwên û zuxawim
meken men’im le şîwen ey řefîqan!
ke meḧzûn û ẍemîn û diłişkawim
le jînî xom umêdim qet’e nalîPen name!
ke sûtawe hemû cerg û henawim