’umrêke be mîzanî edeb tuḧfe firoşim

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  3057 views
’umrêke be mîzanî edeb tuḧfe firoşim
zorim wit û kes têy negeyî, êste xemoşim
lew gerden û ’îqde ke piře gerden û goşt
bew pêye kenarim ke piře damen û koşim
wek tuřřeyî pêçîdeyî to saẍ û şiksitem
wek nergisî nadîdeyî to xoş û nexoşim
serxoşî şerabî demî to bûm û, emêstaş
qurban, serî to xoş, ke nemawe serî xoşim!
şêxî û serapa dełek û řêwî depoşî
nalîPen namem û be řûtî le hemû dîde depoşim