dewranîye wek hêłekî sewda serî gêjim

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1706 views
dewranîye, wek hêłekî sewda, serî gêjim
boye be deqîqî mesele herçî debêjim
her perçem û pêşanîye fîkirî şew û řojim
her gerden û zułfe emelî dûr û dirêjim
bê dîde û dîdarî, hemû xwêne degryêm
ye’nî guł û nergis ke nebê, lale denêjim
řeng û eserî şořşî le’lî nimekîne
em eşke ke bem sûrîy û swêrîye deřêjim
bênîyetî teqbîlî demit ’atîle řojûm
bê ḧezretî mîḧrabî birot batîle nwêjim
nalîPen name wekû lale ke şehîdî ẍem û daẍe
lem baẍe bifermû ke ewîş lêre denêjim