bo cigergoşekanim

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  539 views
be zerdexeney şîrînî «şîrîn»
be dengî xoş û zor nermî «nermîn»
be řengî cwan û piřşingî «hetaw»
lebîrim eçê tałî gyan û jîn
le wirte wirtî zor xoşî «tara»
be naz û ẍemzey «dalya»y nazenîn
be wirdî û cwanî «sazan» û «soran»
be cûłe cûłî «nizar»y şîrîn
be bezmî bałay zor şoxî «lîlos»
řuḧim egate ser ’erşî berîn
be sard û siřî diłsozî «ferhad»
nagirme yadim ẍem û kîn û qîn
awate xwazim xwa bîparêzê
hetakû «mame» qet nebê ẍemgîn
xoşbin «asos» û «aras» û «mîdya»
sayey umêdin yaxwa her bijîn
ewanî tirîş ciger goşemin
ke naw nebrawin le şî’rî řengîn