be boney le daykibûnî «nizar»ewe witrawe

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  498 views
sêhemî azar seretay behar
hate dinyawe be xoşî «nizar»
nosed û ḧefta û dûy zayînî bû
dwa koçî ẍem û matemînî bû
asoy wiłatman serapa řûn bû
tarîkî mîḧnet serewngun bû
be neẍmey şîrîn bałindey behar
hatbûne coş le deşt û gułzar
xudaye jînî «nizar» bała key
hetakû sed sał legeł birakey