fîdat bim

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  510 views
fîdat bim kîje sawakem
le min gwê bigre ey «tara»
ke bûyte bûkî kurdistan
beser xota nedey tara
ke bûyte meşxełî cwanî
le dinyay xoşî lawîda
demit piřxende bê herdem
wekû ẍunçe le gułzara
bînayî çawekem «bîna»
etoş parçey le řoḧî min
firîştey gułşenî jînî
nîye wênet lenaw şara
be qurban gyanî şîrînim
gułe nazdarekey jînim
ke to xot cwan û şîrînî
wehaş be her le kirdara
ke mirdim to legeł tara
werin bigrîn leser gořim
le gořa dûr ebim îtir
le naxoşî û le azara