le dawênî çyay jîna

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  766 views
le dawênî çyay jîna minî aware westawim
gerekme serkewm bo kel bełam bê hêz û damawim
ke hengawê denêm hengaw dûhem yarîdem naka
nîye umêdî serkewtin leber kem tînî hengawim
jyanêkî perêşanî serapa hawdemî jane
serim suřmawe bem ḧałe heta êsta ke çon mawim
le deştî çołî naxoşa nîye hawdeng û hawřazê
eřom mestane řêbazî emel dûre leber çawim
le yezdan min tikakarim çirayek derkewê bełkû
biçim min řû be awedanî ta lêre nexnikawim