şikanim tobe

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  302 views
egerçî çûme řîzî tobe karan
feramoş nakirê bom ’eşqî yaran
beramber yar û bade kem îradem
welê řojanî zor xoşî beharan
şikandim sed keret tobe le tobe
hemîşe çûme řîzî herzekaran
legeł neyda legeł meyda xerîkim
ekêşim řenc û nazî new nîgaran
desa ey yarekey şîrîn û şoxim
bide meylit be min wek carî caran
hemîsan to le dînit wergeřandim
leřêta çaweřwanim wek hejaran