ey xwaye

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  442 views
ey xwaye xot ezanî ke kirdewey çakim nîye
boye wa min qet le taney nakesan bakim nîye
zor gunahbarim becorêk nayete ḧed û ḧîsab
seyrî tomar ekem yek lapeřey pakim nîye
herçî to fermûte bîke min ebed nemkirduwe
dyare ’ebdêkî xirapim hoş û îdrakim nîye
her be wêney canewer řêgay jyanim girtuwe
ẍeyrî meylî bezim û bade ’eyş û xorakim nîye
da’îma mest û debeng û pest û sist û kem desim
gerçî wek hende kesanêk karî tiryakim nîye
wa leřê derçûm ke asoy řeḧmetim lê win buwe
bîr û hoşî goř û merg û elḧed û xakim nîye
xwaye bimbexşe be řeḧmî xot ewsa bişmirim
xoşe çunke min umêdî jînî řûnakim nîye