min şî’ir nałêm

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  382 views
min şî’ir nałêm ke xełqî pêm bifermûn şa’îre
ya biłên kabra edîbe ya lem û lew çatre
min şî’ir nałêm kewa bixrête řojname û govar
ya biłên bo nawe bo samane ya bo xatre
min şî’ir nałêm heta hestî derûn sewqim neka
çunke zadey heste eş’arîş ne sîḧrî saḧîre
şî’ir û hełbestim nekirde sen’etêkî da’îmî
şî’rekanim naw ba nawe kem keme zor nadre