ewey ke noşîm

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  588 views
ewey ke bexşîm gyanî şîrîn bû
ewey ke noşîm taławî jîn bû
ewey ke wa dîm dîmenî ẍem bû
ewey ke nasîm dêwî sitem bû
ewey tûşî bûm derd û beła bû
ewey boy eçûm řêgey fena bû
ewey şikandim camî şadî bû
ewey diřandim her azadî bû
ewey wîstibûm dûr le destim bû
ewey řistibûm tawî hestim bû
ewey namewê wa hawbeşim bû
ewey naxewê bextî řeşim bû
ewey beser çû jînî lawî bû
ewey derneçû diłişkawî bû
ewey ke nûsra sikałayek bû
ewey xwêndira mutalayek bû