keştî jyan

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  480 views
ferteney deryay muḧîbet gêjeda keştî jyan
gêjełoke û bay ẍemîş hawkarye bo têk şikan
herçî hawarê dekem bêhudeye eřwa beba...
wa şepol emba be tundî rû berew durgey neman
têpeřî îtir ke dest bigirim be dawênî emeł
hełwerî ẍunçey umêdim kewte lafawî xezan
hîç kesê neyzanî çon em karesatem hate řê
çon le řêy diłdarya wa bûm perêşan dił be jan
min leser em xakeda bem ḧałe jînim bo çîye
ey xuda em gyane latey min berewe bo asman