gyanekem

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  648 views
gyanekem gyanim fîdat bê boçî bêzarî le min
çî heye tawanî min boç dił be azarî le min
xom be koyley to ezanim ta le dinyada bijîm
tîr û taney naḧezan naka ebed karî le min
meḧremî řaz û nyaz û řagrî nazî ewm
boç le min penhan eka em şoxe esrarî le min
naḧezî nakes bisûtê ba be sozî ax û dax
çarey nakem ba bika sed def’e hawarî le min
baẍewanî baẍî şadî yar hawřazî mine
îke çon da’exa ew baẍ û gułzarî le min
duşminim gerçî beçakî xoy nîşanî min bida
tefre naxom aşkiraye kar û kirdarî le min