le mizgewta

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  567 views
le mizgewta ke derçûm bêwçan řûm kirde meyxaneş
ke peymanim şikan û noşî xum kird yek dû peymaneş
lelay meyxane çî damna le řehna mêzer û bermał
legeł xerqe û ’esada ta ’eba û tesbîḧî sed daneş
le řêy bednawya fewta becarê mał û samanim
firoştim herçî hem bû takû came û cam û camaneş
bedway yarda geřam şaranî ’alem ta ke bîbînim
le ako takû bako çume taranLocation û sineLocation û baneLocationş
bełam bextî bedim hawdem bo yarim nadyarî bû
becarê bûme nîşaney fisane û mesxere û taneş
wekû mecnûnî sergerdan serim yekbare lê şêwa
ledestim çû kemał û ḧał û mał û ḧurmet û laneş