ba řefîqanim biken şînim ke weqtî zarîye

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  2756 views
ba řefîqanim biken şînim ke weqtî zarîye
qet meken teqsîr le giryan, şîwenim yegcarîye
tîrekey ew řoje meḧbûbem ke lutfî kird be min
ger nebexşê merhemî wesłî, birînim karîye
ḧepsî çahî mîḧnetim, kafir be ḧałî min nebê!
kar û pîşem da’îmen giryan û şîn û zarîye
her be ummêdî ’eyadet bełke carê bête lam
min, egerçî bîşmirim, pêm xoşe em bîmarîye
kes neka men’î gułim, gerçî diłî kirdûme xwên
çunke me’lûme ke îşî xunçe her xwên xwarîye
kûçe kûçe xûn çekey peykanî mujganî gułim,
bo şehîdî şahîde da’îm ke xwênim carîye
herçî meḧbûban deken xoşe, bełam daxî řeqîb
demkujê, terḧî mirê, her wek kerî bêgarîye!
nałe nałî nalîPen nameye wa xełqî xiste zelzele,
ya ne xo ḧeşre, gunehkare weha hawarîye?!