ew řoje ke toram û le kerkûk seferim kird

serguzşitey xoy û hecûy şêx ẍefur
From the Book:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
By:
Sheikh Riza Talabani (1831-1910)
 2 minutes  3235 views
ew řoje ke toram û le kerkûkLocation seferim kird
manendî ’eqarîb le eqarîb ḧezerim kird
gerdûn sinekî kirdim û hênamye koye
mîwanî lekin mame ẍefûrî lecerim kird
xwastim ke biřom bo seferî řom be seyaḧet
neyhêşt û dûsed ehlî ’emamey le serim kird
danîşê, neçê, min kiçî xom mare dekem lêy
ew talîbî dunyaye ewa mu’teberim kird
çursa le berim cubbe û fîsa le serim fês
ne fêsî le ser nam û ne cubbey le berim kird
şeş mange bem efsane gilî damewe lay xoy
nemzanî milim bişkê tya çûm zererim kird
wełłahî dekem derḧeqî ew bełku zyatir
ew kare ke derbarî řeşîdî piserim kird
karim teř ebê emut eger lutfî bibê mam
ey layqî řîşî be xuda karî teřim kird
bo muctehîdan gerçî cewazî nîye teqlîd
min muctehîdim, hatim û teqlîdî kerim kird
ey gûy xile bem lutfe ke ew kirdî legeł min
lem merḧemet û lutfe ewa min guzerim kird
herçende witim wextê ke dîm nexwetî qelbî
ya řeb ke legeł şêx ’elî, bo çî şeřim kird
her deçmewe lay gerçî biłê hatewe dîsan
ew xwêřîye bêkare ke min lêre derim kird
herçende řezaPen name ba’îsî bednamîye ’ewdet
lem sûkî û bednamîye serfî nezerim kird