wa kakołî ew şoxe bedem badî sebawe

From the Book:
Şî’rekanî Şukrî Fezɫî
By:
Shukri Fazli (1882-1926)
 1 minutes  813 views
wa kakołî ew şoxe bedem badî sebawe
êstake le her lawe perêşan û biławe
xałî syeh û perçemî piř çînî leser řû
bo seydî diłî ’aşiqe ew dane û dawe
çun mah legeł řûmetî ew beyte muqabîl
ne’lî fersî řişkî, meh û qursî hetawe
men’im meken er weḧşî sîfet badîye tey kem
hoşim ke le serda be qeder zeřře nemawe
zor hemmîPen name be şor û şeře, ew şoxe be ẍemze
her xwênî şehîdane leser řêge řijawe