zułifit be qedtida ke perêşan û biławe

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  4698 views
zułifit be qedtida ke perêşan û biławe,
emřo le minî şîfte ałoz û be dawe
em ’umre ’ezîze ke le bot neqid û dirawe,
sed ḧeyf û dirêẍa ke musułmanî nemawe!
’umrêkî dirêje be xeyałî serî zułifit
sewda û perêşanim û, sewdayekî xawe
herçende ke řûtim, bexuda ma’îlî řûtim
bêbergîye ’îllet ke hetîw meylî hetawe...
manîNamed-Entity nyetî quwetî teswîrî biroy to
em qewse be destî muteneffîs nekşawe
bo çî negrîm, sed keřetim dił deşkênî!
bo mey neřjê, şîşe le sed lawe şikawe!
bêfa’îdeye men’î min êstake le giryan
bo ’aşiqî bêçare zuwem awe řijawe!
her coge û cêgêkî ke wa sûr û swêr bê
cêy coşşî giryanî mine û xwêne řijawe
sozî diłme ba’îsî taw û kułî giryan
me’lûme ke agir sebebî coşşî awe
nalîPen name wekû zułifit ke mutî’î berî pête
têkî meşkêne, be cefa meyxere lawe