çawekanit bote ba’îs eşkî řûnî çawekem

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  588 views
çawekanit bote ba’îs eşkî řûnî çawekem
tîẍî ebrot ba’îse bo men’î xurd û xawekem
ẍemzekanit herwek û tîrê le dił te’sîrî kird
bote men’î xwardin û xew jîn û nan û awekem
dił wekû řawçî ewîş wa bote kar’askî xeta
min xetakarim le boye bote manî’ řawekem
bê xeber wek weḧşî wa bûm er esûřam deşt û der
her wekû teyrî lenakaw tûşî dan û dawekem
peyřewî qeysî bê çare lazme bo min îtir
her řefêqî weḧşî deştî û dûrî dayk û bawekem
sed wekû luqman kebêt û kuwa eka dermanî dił
dîdenî ew kafye bo zamî cerg û nawekem
bes teme’ lutfîPen name bike dunyayî dûn baqî nîye
ẍem bixo bo mirdinî xot kwanê toyî çawekem