saqî be meyî kone leser ’adetî new be

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  5876 views
saqî! be meyî kone leser ’adetî new be
bişkêne be yek newbe dû sed matemî tewbe
saqî! qedeḧî gerdişî gerdûn deşkênê
barî, ke debê mu’teqîdî gerdişî ew be!
ey nefsî mura’î çi giran barî, tekalîf
bo xełqî dekêşî, de heřo řêş û cedew be
buẍizit le ze’îfan çîye qurban, wekû qessab
bew xeziz û bezî řîşwete, ey hîze, qełew be!
espî nefest dêt û deçê, germe ’enanî
ey mestî řyazet hełe! huşyarî ciłew be
wek mah û sitaret ke bibê meylî hełatin
serkirdeyî řoj, řehřewî şew, řehzenî xew be
nalîPen name mebe ’aciz, ke eme dewre ne cewre
saqî keremî yek be yeke û newbe be newbe