babetî6

řojû negirtin bo kêye û şertî çîye?
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  620 views
řojû negirtin tecwîzî edrê
bo musafrê dû menził bibřê
hem bo nexoşî be êş û azar
îcaze heye şer’en bo îftar
herweha ḧa’îz hem şexsî meḧsûr
bo îşî giran naçar bê û mecbûr
«tuḧfe» bihêne û bîxwênerewe
em meqsûdane lêk biderewe
lepaşa qeza bebê kefaret
lazme boyan bepêy şerî’et
jinî ḧamîle ya jinî şîr der
bo ḧemił û minał bibînê zerer
ferze leseryan îftar û qeza
fîdyeş lazme bo ecir û ceza
pîr û nexoş û pyawî şilepet
her fîdye eden bîgre gwêçket