babetî5

sunnetî řojû
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  673 views
te’cîlî îftar şer’en sunnete
ke xurma nebû aw bêmninete
le cema’eta nwêjî terawîḧ
cêbecê bike be nehcî seḧîḧ
be şew bêdar be heta etwanî
mexsûs şewanî nîwey payanî
«lîlة alqidir»yiş zor benawbange
xêrî ewendey yek hezar mange
le taqekanî de řojey axîr
le serî heye ḧedîsî zahîr
boye gum kira wextî be te’îyn
zor koşiş bikey bo řeftarî dîn
e’lay sunnetî mangî řemezan
sedeqe û xêre û xwêndinî qur’an
ḧezretî xatem wekû bay şemał
xêrî egeyî be şexsî bêḧał
te’xîrî parşêw herwa sunnete
seraser feził û xêr û ḧîkmete
***
eme bû zahîr adabî řojû
emma pêt ełêm ḧałî bibe zû
řojûy ḧeqîqî bo gişt e’zaye
çûn ẍayey řojû xêr û teqwaye
baş biparêze dem û gwêçke û çaw
le qise û bas û nezerî xiraw
be dest û be pê qet zerer nedey
îḧsanî řojût be bada nedey
diłit be yadî xwa awa bê
demit meşẍûłî zîkirî xwa bê
ewende binwe gyanit řeḧet bê
îtir ba îşt hemû ta’et bê
xolase řojû xasî xwaye
«alsîّyamu lîArabic» me’nakey waye
eger řemezan wa bibeyte ser
egey be řezay xellaqî ekber