babetî29

mekirûhatî nwêj
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  577 views
nwêjit mekirûhe le mołe řana
le řêga û ḧemam, le gořistana
katê ḧazir bû xwardinêkî xoş
ber le nwêjeket ew bike be noş
katê muḧtac bî be çûne ser aw
des meke be nwêj nîwe û natewaw
hergîz meřwane be řûy ḧewada
la mekerewe bemla û bewlada
berełła bike cil û mûy serit
qołit hełkêşe le cilî berit
nwêjî bêsebeb sê kat ḧerame
eger nayzanî pêt biłêm kame?
lepaş nwêjî subiḧ heta řojhełdê
be qed řimêkîş berzewe ebê
wextî îstîwa ta dway zewal
îlla le cum’ew ke’bey «zî alcilalArabic»
lepaş nwêjî ’esir ta dway ẍirûb
çak bibe ḧałî ey biray meḧbûb