babetî28

ew şitaney nwêj betał ekenewe
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  649 views
ewey meşhûre lebot ejmêrim
le «mubtilat» û be xwat espêrim
nwêj betał ebê be qet’î nyet
çunke esase lebo ’îbadet
be fewtî yekê le şertekanî
wekû pîs bibê cilî ya gyanî
hem be xwardinewe û xwardinî xorak
herçene kem bê, kakî dił řûnak
ḧeta qût bidey parçeyê bełẍem
katê ke biga be serḧeddî dem
hem betał ebê be ’emdî kelam
ya be ḧerfêkî mufîd bo meram
be her wez’êkîş lêy peyda bibê
dû ḧerfî řoşin, baş agat lê bê
wekû ax û of, nałîn û giryan
wek pêkenîn û qaqa, biragyan
ya wekû kokey le ’uzir xałî
ya fû ya fîke be xûy minałî
bełam me’zûrî be «sebiq allîّsanArabic»
ya kelamî kem be cehil û nîsyan
ta şeş kelîme be kem ḧîsabe
lewew jûr zore û bo nwêj xirabe
zererî nîye nutiq be qur’an
bo ḧałî bûnî însanî nezan
wekû «ya yeḧْyî xuzî alْkîtabeArabic»
yanê ew şite lew cêda labe
ger meqsedit bê to legeł tefhîm
bixiwênîtewe qur’anî ’ezîm
hem zîkir û du’a nyetî zerer
eger tya nebê xîtabî beşer
ew wekû «alilّhArabic» ya «subْḧane alilّhArabic»
em wekû cumley «yerْḧemuke alilّhArabic»
nwêj betał eka hełmetî nabar
çûn muxalîfe bo şêwey wîqar
hem be sê cûłe be e’zay gewre
be îstîqamet, yaxud be dewre
wekû sê hengaw ya sê cûłey dest
mesel le nwêja piştênî ebest
nek be dû hengaw ya sê naw be naw
ya be cumgey wird ey řûnakî çaw
lêw bibziwênê ya çaw hełênê
ya be serpence xoy bixurênê
ba tenbîh bika azane û serbest
pyaw be tesbîḧ û jin be çepłey dest
řaxe bermałê ya danê darê
ta be berdemta neyê řêbwarê
çunka nîşanen lebo şexsî jîr
lem adabane qet meke teqsîr