teşrîfî newbehare ke ’alem deka nwê

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  2493 views
teşrîfî newbehare ke ’alem deka nwê
dił, çunke mîslî ẍunçeye, boyê depşikiwê
lem we’de xoşeda guł û gułçîhre têkełn
yek řeng û mutteḧîd, be dił, emma be ten cwê
’er’er ’edîlî qeddîye, ye’nî beraberin
sunbul şebîhî zułfîye, ferqî nîye muwê
lem xoşîye ke hêzmî metbex sewz buwe,
mawim ’eceb le dîdeyî sofî ke nařuwê!
tîpî şikofe, xeymeyî dawe le her teref,
ya şahî newbehare, hełîdawe horduwê?!
dinya ke guł gułî buwe, qurban, etoş were...
talîb be guł be, qeydî çîye guł gułî bwê!
bulbul, ke germe neẍmeyî, agir dekatewe
ẍunçe, ḧezîne, cerg û diłî bo deka twê
nalîPen name! zubanekey teř û parawî sewsenit
ḧeyranî çawî nêrgise, wek lałe, nadwê...