babetî14

basî «teyemuّm» bo bêdesniwêj û leş pîs
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  648 views
katê aw nebû biray be temîz
çar teyemmume be şer’î ’ezîz
nebûnî bo aw ya waqî’îye
pêy ełên ḧîssî, yaxud şer’îye
wekû be pare aw be destikewê
toş bêpare bî û pekit bikewê
yaxud le nirxî ’adetî bazar
zyatrî bwê bay’î nabar
yaxud aw bibê emma bitewê
bo xwardinewey pekit nekewê
yaxud manî’ bê le îstî’malî
duktorêkî baş ’adil û ’alî
ca katê řêkewt yekê lemane
xot ḧazir bike aza û merdane
teyemmum bike lebo ḧedeseyn
paş duxûlî wext, ey nûrî ’eyneyn
***
ferzî teyemmum dwane be qerar
yekemîn neqłî giłêkî tozdar
emma îstî’mal nekirabê carê
bo teyemmumî me’zeretdarê
dûhem nyetî îbaḧey «silaةArabic»
legeł ew neqłe bimênê lelat
heta ew giłe egeyê be řût
mesḧî pê ekey azane û mezbût
dû car des bide le erz, yek bo řû
dûhem lebo dest, ey biray xoşxû
tozawî ekirê, herçî eşorî
yanê le wêney desniwêj nagořî
***
e’zay bêdesniwêj çwar ḧîsab ekirê
řuxsar, herdû dest, ser û herdû pê
herkam lewane ’elîl bê û xeste
teyemmumêkî şer’en pêwîste
***
wextî teyemmum wextî şorîne
bo ewcê xeste yaxud birîne
emma bo leş pîs wa danrawe
be teyemmumê îşî tewawe
berudwa lebo ẍusił û teyemmum
nîye bo leş pîs «walilّh a’ilimArabic»