babetî13

«quleّteyn» be kêşane û be pêwane
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  671 views
ḧeddî qulleteyn be kêşaney saq
ta pênc sed «rîtilArabic»e, be řîtlî ’êraq
hefta tewrêzî û kesrêke be cem
leser kêşaney wiłatî ’ecem
emma be pêwan bo cêy mudewwer
bo panî gezê, řaste û mu’teber
bo qûłî dû gez be gezî necar
gezî necarîş waye be qerar
gez û çareke be zîra’î dest
em qise řaste lêy bibe serbest
bo cêy çwargoşe kafîye û me’qûl
zîra’ û řub’î ’erz û ’umq û tûl
be zîra’î dest ke mu’tedîl bê
nek bo dirêjî û kurtî ma’îl bê