babetî12
awî teharet çon ebê
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
1 minutes
930 views
ew awey eşê lebo teharet
bot beyan ekem be çen ’îbaret
awî deryaye û çem û cobaran
awî kanî û bîr, hem befir û baran
emma berî bê le kilke bo naw
wekû sizgaw û guław û ardaw
kar nekiraw le ẍusił ya le desniwêja
esḧabe awî wayan eřêja
hem negořabê tam û řeng û boy
îlla be me’ber ya qerargay xoy
awê bigate ḧeddî qulleteyn
carî ya westaw, ey nûrî ’eyneyn
pake û pakoker lebo ẍeyrî xoy
ta negořabê řeng ya tam ya boy
kemtir lew ḧedde carî ya westaw
ke pîsî têkewt pîs ebê tewaw
lakîn bo carî qewlêkî qedîm
heye û meqbûłe lay ehlî te’lîm
ba pîsî tyabê pake û pakoker
meger wesfêkî bigořê yekser